Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku wan peymaneke mezin a gazê bi Misrê re bi nirxa nêzî 35 milyar dolarî pejirandiye û wekî peymana herî mezin a di dîroka Îsraîlê de bi nav kir.
Netanyahu di axaftina xwe ya televîzyonî de anî ziman ku bihayê peymanê 112 milyar şekel (nêzîkî 34.7 milyar dolar) e û destnîşan kir ku 58 milyar şekel (nêzîkî 18 milyar dolar) ji vê mîqdarê wê biçe xezîneya dewleta Îsraîlê.
Netanyahu destnîşan kir ku peyman bi şîrketa Amerîkayî Chevron re, bi amadebûna hevkarên Îsraîlî, ji bo dabînkirina gaza xwezayî bo Misrê hatiye kirin. Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê Elî Cohen, ê ku tev li xîtabê bûye diyar kir ku ev peymana herî mezin a hinardekirinê di dîroka Îsraîlê de temsîl dike.